Sersaxiya bona şehadeta mezlûmane ya îmamê pêncemîn ê şîeyên cîhanê, îmam Mihemed Baqir(S)
Îro îniyê 7`ê Zîheceya 1437`an a koça heyvî hevgavê 9`ê Îlona 2016`an, salvegera şehadeta îmam Mihemed Baqir (s), îmamê pêncemîn ê şîeyên cîhanê ye.
Xelkê misilman ê Îranê li bajarên curbicur ên vî welatî bi beşdariya li rêûrisma mezhebî û beşdariya li cihên pîroz ên wekî herema paqij a îmam Riza (s) li bajarê Meşhedê, li şîn û taziya şehadeta pêncemîn îmamê misilmanan tazîdariyê dike.
Îmam Baqir (s) li dewra îmameta xwe, tevî hebûna rewşa nebaş a ku li ser çanda îslamî de hebû, bi hewldaneka micid û berfireh, nehzeteka zanistî ya mezin bi rê xist û gellek şagird û feqîyên bi navûbang perwerde kirin, heya wê derê ku ev tevgera berfireh, bû sedema damezirandina zanîngeheka mezin û girîng a îslamî.
Berfirehbûna zanista hezretê îmam Mihemed Baqir (s) heta vê astê bûye ku ew li serdema xwe de bi navûbang kiribû û xelkê naznavê Baqir ul Ulûm (kesê ku zanistê rewac û geş dike) dabûn wî.
Vî hezretî di encamê de piştî emrekê hewldana li meydana bendetiya Xwedê teala û vejiyandina ol û berbilavkirina zanist û xizmetên civakî bo civata îslamî, di roja heftê meha Zîheceya sala 114`an a koça tavî li ser fermana Hişam Bin Ebdilmelik, xelîfê wê demê ya Merwanî, bi jehrê şehîd bû.
Radyo û televîzyona Kurdî ya Têhranê, şehadeta vî îmamê mezin ê misilmanan sersaxiyê dibêje hemû misilman û azadîxwazên cîhanê.