Îro salvegera jidayîkbûna Îmam Hesen Mucteba (S) ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/mezhebî-i225640-Îro_salvegera_jidayîkbûna_Îmam_hesen_mucteba_(s)_ye
Îro sêşemiyê 21 Hezîrana 2016`an û 15 meha Remezana 1437`ê H.Q hevgavê salroja jidayîkbûna hezretê Îmam Hesen Mucteba (S) îmamê dudiyan ê şîeyên cîhanê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 21, 2016 05:26 Asia/Tehran
  • Îro salvegera jidayîkbûna Îmam Hesen Mucteba (S) ye

Îro sêşemiyê 21 Hezîrana 2016`an û 15 meha Remezana 1437`ê H.Q hevgavê salroja jidayîkbûna hezretê Îmam Hesen Mucteba (S) îmamê dudiyan ê şîeyên cîhanê ye.

Pêşewayê dudiyan ê cîhana şîeyan ku yekim mîweyê peywenda bombarek a hezretê Elî (S) û hezreta Fatime Zehra(S) keça giranqedr a pêxemberê Îslamê(S) bû li nîveka meha Remezana sala sisiyan a koçî li bajarê Medînê ji dayîk bû.

Hesen Bin Elî (S) ji dewrana kalikê xwe ê giranqedr çend salan pirtir tecrube nekir ji ber ku teze 7 salî bû ku pêxemberê Îslamê (S) emrê xwedê kir.

Piştî wefata pêxember (S) nêzîkî 30 salan li kêleka bavê xwe emîrê mominan, hezretê Elî (S) de bû û piştî şehadeta Elî(S) deh salan îmameta umetê kir û li sala 50 H.Q bi komploya Muawiyê jehir danê û di temenê 48 saliya xwe de şehîd bû.

Îmam Hesenê Mucteba (s) netenê ji babet ilm, teqwa, zuhd û ibadetê, cih û şûn û meqameke herîbaş hebû belkî li babeta baxişîn û destvekirîbûnê û alîkariya bo xelkê belengaz û xizan û istûxwar jî li serdema xwe binavûdeng bû. Ev îmamê giranqedr aramiya dilên derbedaran, sitargeha kesên xizan û destkurt bû. Tu feqîrek ji mala vî hezretî destvala venedigeriya. Her kesê ku sifrika dilê xwe li cem wî vekiriba vî hezretî dilê wî diheband û dibû merhem.

Radyo û televîzyona Komara Îslamî ya Îranê vê roja pîroz û bimbarek li hemî hogirên ehlê beyta ismet û teharetê (s) pîroz dike.