Pîrozbahiya eyda Mebesa pêxemberê islamê(s)
https://kurmanci.sahartv.ir/news/mezhebî-i219832-pîrozbahiya_eyda_mebesa_pêxemberê_islamê(s)
Sibe pêncşemê 27 meha Receba sala 1437 H-Q beranberî 5 Maya sala 2016 salroja beseta pêxemberê mezin ê Îslamê Hz. Muhemedê Mustefa (S) ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2016 16:46 Asia/Tehran
  • Pîrozbahiya eyda Mebesa pêxemberê islamê(s)

Sibe pêncşemê 27 meha Receba sala 1437 H-Q beranberî 5 Maya sala 2016 salroja beseta pêxemberê mezin ê Îslamê Hz. Muhemedê Mustefa (S) ye.

Li salvegera beseta pêxemberê mezin ê Îslamê Hezretê Muhemed Mustefa (s) seranserî Îrana îslamî cejn û şahî ye.

Gelê Îranê 27 Receba her sal bi rêxistina merasimên cejn û şahiyê, beseta Hezretê Muhemed Mustefa (s) cejn digirin.

Herwisa li 27 Receba her sal ku hevçaxî salvegera beseta Hezretê Muhemed Mustefa(s) e, bargeha pîroze Hezretê Elî-Yêbnê Muserêza(s) îmamê heştan ê şîeyên cîhanê li bajarê Meşheda pîroz li bakûra rojhilata Îranê bi nûr û ronahiyê tê xemilandin û ziyaretkerên merqeda vî hezretî ji ber Besetê şahiyê dikin.

Hevçaxî Beseta Hezretê Muhemed Mustefa(s) xelkê bajarê Qumê li başûra Têhranê jî cejn digirin.

Mebes rojek e ku Hezretê Muhemmed Mustefa(s) ji aliyê Xwedayê rehman bo pêxemberiyê hatiye bijartin ta ku xelkê ji şirk û gendeliyê rizgar bike û ber bi menewiyet, îdalet û kerametê bibe.

Radyo-televîzyona Komara Îslamî ya Îranê jî beseta Hezretê Muhemed Mustefa(s) pîrozbahiyê dibêje hemû misilman û azadîxwazên cîhanê.