Pîrozbayiya salroja jidayîkbûna hezreta Fatimeya Zehra (s)
Sibê 20 Cemadiyusaniya sala 1437ê H.Q, 30 Adara 2016`an salroja jidayîkbûna hezreta Fatimeya Zehra (s) keça pêxemberê giranqedr ê Îslamê (s) ye.
Hezreta Fatimeya Zehra (S) keça giranqedr a pêxemberê Îslamê(s) 20 Cemadiusaniya sala 8`ê berî koçberiyê hate dinyayê.
Ev xatûna giranqedr ji zarokatiya xwe ve li mala Wehyê, bi rênimûniya bavê xwe, pêxemberê giranqedr ê Îslamê (s) pileyên herî bilind ên kemal û zansit û fezîletê bidest xist .
Keça giranqedr ê hezretê Muhemed (s) her wiha li pergala gerim û bidilovanî ya Îmam Elî(s) îmamê ewil ê şîên cîhanê bi awayekî herîbaş erkên hevjînî û dayîkbûnê cih anî û însanên mezin û hêja yên mîna Îmam Hesen (s). Îmam Huseyn (s) û hezreta Zeyneb (s) perwerde kir .
Hezreta Fatimeya Zehra (s) li hemî waran mînaka jinên cîhanê tê hisabê û rojbûna wê jî li Îranê ku hevgav e bi salroja jidayîkbûna îmam Xumeynî(R) xîmdarê Komara Îslamî wek roja dayîkê û roja jinê hatiya bi nav kirin û li vê rojê ji cih û şûna jinan bitaybet dayîkan rêz tê girtin .
Bi vê minasibetê Îrana îslamî li şeva jidayîkbûna xatûna du dinyayan, keça resûlê giranqedr ê Îslamê , sedîqeyê Tahire hezreta Fatimeya Zehra (s) seranser cejn û şadî ye .
Navçên curbicure Îranê bitaybet bajarên pîroz ên Qum û Meşhedê hal û hewayeke din heye û hogirên malbata ismet û teharetê bi xemilandina kolan û çarsiyan ji dayîkbûan vê xatûnê cejn digrin .
Rêxistina radyo û televîzyona Komara îslamî ya îranê salroja jidayîkbûna hezreta Fatimeya Zehar (S) li hemî misilman û azadîxwazên cîhanê pîroz dike .