Newzad Hadî ji berbijariya bo posta Serokomartiya Iraqê paşde vekişiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i358057-newzad_hadî_ji_berbijariya_bo_posta_serokomartiya_iraqê_paşde_vekişiya
Yek ji berbijarên PDK`ê ji berbijariya bo posta Serokomartiya Iraqê vekişiya û piştgiriya xwe ji bo Fuad Hisên ragihand.
(last modified 2026-01-24T11:57:49+00:00 )
Çile 24, 2026 14:22 Asia/Tehran
  • Newzad Hadî ji berbijariya bo posta Serokomartiya Iraqê paşde vekişiya

Yek ji berbijarên PDK`ê ji berbijariya bo posta Serokomartiya Iraqê vekişiya û piştgiriya xwe ji bo Fuad Hisên ragihand.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Newzad Hadî îro vekişîna xwe ji berbijariya posta Serokkomariya Iraqê ragihand.

Newzad Hadî herwesa got: Ji bo berjewendiya giştî û piştgiriya berbijarê me ji bo posta Serokkomariya Iraqê Fuad Hisên, me biryar da ku em vekişin.

Serokatiya Parlementoya Iraqê duhî lîsta dawiyê ya berbijarên posta serokkomaiyê belav kir. Ew lîst ji 19 kesan pêk dihat û Newzad Hadî jî yek ji wan bû; Bi vekişîna wî, 18 kes ji bo wê postê pêşbaziyê dikin.