Bermahiyên şerê Îran û Îraqê: Li gundekî Herêma Kurdistanê hawan hatin dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i357757-bermahiyên_şerê_Îran_û_Îraqê_li_gundekî_herêma_kurdistanê_hawan_hatin_dîtin
Li gundê Kokoyiyê yê navçeya Derbendîxanê ya parêzgeha Silêmaniyê depoyeke kevn a hawan û mayînan hat dîtin ku dîroka wê vedigere serdema şerê Îran û Îraqê.
(last modified 2026-01-02T11:51:22+00:00 )
Çile 02, 2026 14:35 Asia/Tehran
  • Bermahiyên şerê Îran û Îraqê: Li gundekî Herêma Kurdistanê hawan hatin dîtin

Li gundê Kokoyiyê yê navçeya Derbendîxanê ya parêzgeha Silêmaniyê depoyeke kevn a hawan û mayînan hat dîtin ku dîroka wê vedigere serdema şerê Îran û Îraqê.

Li gundê Kokoyiyê di dema lêkirina xaniyekî de zêdetirî 20 hawanên 120 milîmetreyî hatin dîtin.Hîn jî gelek hawan û parçeyên din ên teqemeniyê di bin erdê de mane.

Piştî dîtina teqemeniyan, Qaymeqamê Derbendîxanê Birêvebiriya Mayînan agahdar kiriye ku tîmên xwe bişînin û herêmê paqij bikin.

Qaymeqamê Derbendîxanê Silêman Mihemed ragihand:

"Li gorî zanyariyên me, li wê deverê bi berdewamî mayîn hene.