Ziyanên lehiya Çemçemalê gihîşt 200 milyon dolarî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i357468-ziyanên_lehiya_Çemçemalê_gihîşt_200_milyon_dolarî
Lehiya berfireh a vê dawiyê zirar gîhand bi sedan xanî û trimbêlan, zirara wê bi qasî 200 milyon dolar hatiye texmînkirin.
(last modified 2025-12-13T11:03:18+00:00 )
Kanûn 13, 2025 14:29 Asia/Tehran
  • Ziyanên lehiya Çemçemalê gihîşt 200 milyon dolarî

Lehiya berfireh a vê dawiyê zirar gîhand bi sedan xanî û trimbêlan, zirara wê bi qasî 200 milyon dolar hatiye texmînkirin.

Di encama lehiya vê dawiyê de li Çemçemala Herêma Kurdistanê heta niha 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndar bûne. Vê lehiyê zirar gîhandiye hezar û 607 malbatên navçeyê, 200 wesayît, 115 dikan û supermarketan û 450 projeyên curbicur.

Li gorî gotina Rêvebirê Nahiya Şorişê, hema li vê nahiyê zêdetirî 700 xanî, zêdetirî 250 wesayît û zêdetirî 50 dikan û depoyan zirar dîtine. Welatiyên navçeyên ku ketine ber lehîyê, li Herêma Kurdistanê nebûna xizmetguzariyan û xemsariya saziyên berpirsiyar protesto dikin.Hevdem Dezgeha Ragihandinê ya Metro ragihand ku behrewergitina siyasî ji êş û elema qurbaniyên lehiyê ji hêla partiyên Herêma Kurdistanê ve sedema rûreşiya ye.