Bertekên li dijî guhertina navê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i356459-bertekên_li_dijî_guhertina_navê_balafirgeha_navneteweyî_ya_silêmaniyê
Wezareta Veguhestinê ya Irqê ragihand ku bi razîbûna Serokwezîrê, navê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bo "Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî" hatiye guhertin; lê ev biryar tûşî bertekên tund bûye.
(last modified 2025-10-03T11:11:00+00:00 )
Çirî 02, 2025 05:39 Asia/Tehran
  • Bertekên li dijî guhertina navê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê

Wezareta Veguhestinê ya Irqê ragihand ku bi razîbûna Serokwezîrê, navê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bo "Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî" hatiye guhertin; lê ev biryar tûşî bertekên tund bûye.

Encumena Parastina Sirûşt û Mîrata Silêmaniyê ragihand ku li dijî guhertina navê balafirgeha Silêmaniyê ye û wê wek kiryareke partîtî û derveyî vîna saziyên qanûnî yên Herêma Kurdistanê û Konseya Bajêr a Silêmaniyê dizane.

Dr. Mihemed Sabir, berpirsê Saziya Mam Celal Talebanî ev dijayetî wek selîqeyî û neberaqil da zanîn û got: Mam Celal zêdetirî nîvê temenê xwe ji têkoşînê ra terxan kir û kesayetiyekî berçav û giring ê Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

Avakirina Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê di sala 2003an de dest pê bû û sala 2005an bi awayê fermî hat vekirin.