Peymana di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û şîrketên niftê heta dawiya 2025an e
Medya Iraqî ragihand ku peymana niftê navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Bexdayê û şîrketên niftê li herêmê tenê dê heta dawiya sala 2025an dê were dirêjkirin û piştî wî divê ji bo berdewamiya vê peymanê dîsa muzakireyên nû bên kirin.
Medya Iraqî îro naveroka tam a peymana sêalî ya 20 xalî navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û şîrketên niftê yên biyanî ku li herêmê dixebitin weşand. Li gorî xalên peymana navbera Herêma Kurdistana Iraqê, hikûmeta navendî ya Bexdayê û şîrketên niftê , şîrketa SOMO dê ji bo her bermîlek niftê (bi nifta xav) 16 dolar bide şîrketên niftê heta ku Şîrketa Wûd Mekinzî pêvajoya vekolîna xerca derxistina niftê temam bike. Ev peyman ji bo 30 rojan hitbara xwe heye, piştî wê dikare bixweber tenê heta dawiya vê salê were dirêjkirin, piştî wê divê Bexda, divê Hewler û şîrketên niftê ji bo berdewamiya pêvajoya hinardekirina nifta herêmê ji nû ve muzakirê bikin.