Îlon 28, 2025 13:37 Asia/Tehran
  • Dabînkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistana Iraqê bi dahatên niftê

Şaxewan Ebdulla, Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê, ragihand ku hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê bi hewldanên Bexda û Hewlêrê ji nû ve dest pê kiriye û bê guman mûçeyên karmendên Herêma Kurdistana Iraqê dê bi dahatên niftê werin dayîn.

Şaxewan Abdulla ragihand ku ji îro ve firotina niftê  ji Herêma Kurdistana Iraqê dê ji hêla Şirketa SOMOyê ve be û ragehand: Yek ji berûlayên erênî yên vê peymanê ev e ku nifta Herêma Kurdistana Iraqê careke din derbasî bazarên cîhanê û bûye beşek ji hevkêşeya nifta cîhanê. Wî her wiha got ku ev peyman encama bi dehan civîn û gotûbêjên Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê û hikûmeta federal a Iraqê ye. Hemû hûrguliyên têkildarî derxistin, hinardekirin û dabînkirina niftê bi dîqet hatine nivîsîn.

Şaxewan Abdulla ragihand ku hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê îro  dest pê kiriye û ragehand ku biryara dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê jî yê li gorî xişteya demê were dayîn. 

Serepeyv