Îlon 23, 2025 20:27 Asia/Tehran
  • Bexdayê biryar da ku mûçeyê meha 7an a karmendên Herêma Kurdistanê bişîne

Encûmena Wezîrên Iraqê di civîna îro de biryar da ku mûçeyê Tîrmehê bişîne bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ev biryar piştî lihevkirina duh a Bexda û Herêma Kurdistanê û şîrketên niftê ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina niftê hat dayîn.

Li gorî ragehandina Xendan Newsê, di civîna  asayî ya Encumena Wezîran a Iraqê biryar hat dayîn ku mûçeyê Tîrmehê yê karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê were dayîn. Divê Herêma Kurdistanê 120 milyar dînarî bide Bexdayê da ku mûçeyan bişîne.Piştre dê rêyên şandina mûçeyan ji aliyê Bexdayê ve bên destnîşankirin.

Li gorî biryara Encumena Wezîran a Iraqê, şandina mûçeyan di mehên pêşber de yê bi destpêkirina hinardekirina niftê ve girêdayî be û her wiha şandina rapora dahata navxweyî.Eva jî di demekê de ye ku duh Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Niftê ya Federal a Iraqê û şîrketên niftê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê  ser mekanîzmekê ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina niftê li hev kirin.

Serepeyv