Karwanekî leşkerî yê amerîkî derbasî binkeya Herîr a li nêzîkî Hewlêrê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i355494-karwanekî_leşkerî_yê_amerîkî_derbasî_binkeya_herîr_a_li_nêzîkî_hewlêrê_bû
Binkeya leşkerî ya Herîrê li nêzîkî Hewlêrê vê sibê hevgavê hatina karwanekî leşekrî yê mezin ê amerîkî ket rewşa aamdebaşîyê da.
(last modified 2025-07-25T13:57:46+00:00 )
Tîrmeh 25, 2025 12:09 Asia/Tehran
  • Karwanekî leşkerî yê amerîkî derbasî binkeya Herîr a li nêzîkî Hewlêrê bû

Binkeya leşkerî ya Herîrê li nêzîkî Hewlêrê vê sibê hevgavê hatina karwanekî leşekrî yê mezin ê amerîkî ket rewşa aamdebaşîyê da.

Çavkanîyekî di hevpeyvîna tev Al Malaumeyê da got: Ev binkeya vê sibê dema karwanekî leşkerî ku ji bi dehan maşîn û kamyonên kantînerhilgir ên giran pêk dihat, ket rewşa aamebaşîya emnî û leşkerî da. Herwiha ne dîyar bû ku di wan kantînerana da çi heye.

Wî herwiah got: Ev liv û tevger di çarçova xurtkirina şîyanên locestîk ên hêzên amerîkî li binkeya Herîrê da ne ku di mehên vê dawîyê da veguherîye cîyekî piştevanîya sereke ji bo binkeyên maerîkî yên l iseranserê axa Sûrîyê û herwiha bûye helboqeyeke xwedîyê rola jîyanê di amadekarîya leşkerî ya di navbera binkeyên amerîkî li Tirkîye û Sûrîyê da.