Seidî Ehmed Pîre: Bila Mesûd Barzanî xwe ji gefxwerinê dûr ragire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i354698-seidî_ehmed_pîre_bila_mesûd_barzanî_xwe_ji_gefxwerinê_dûr_ragire
Berdevkê YNK`ê bersiva Mesûd Barzanî, serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê da û ragihand, axiftinên Mesûd Barzanî hinekî tund xuya dikirin, lê ne hewce bûn.
(last modified 2025-05-16T13:12:41+00:00 )
May 16, 2025 14:52 Asia/Tehran

Berdevkê YNK`ê bersiva Mesûd Barzanî, serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê da û ragihand, axiftinên Mesûd Barzanî hinekî tund xuya dikirin, lê ne hewce bûn.

Mesûd Barzanî, duh di merasimeka Partiyê de rikeberên siyasî yên Partiyê dabû ber rexne û gazindeyên tund û gotibû ew  pêgîriyê li ser prensîba yek hikûmet, yek herêm, yek parliman û yek Pêşmergeyê dikin û hikûmet li ser bingeha 50-50`yê nayê avakirin. 

Seidî Ehmed Pîre wek berteka li hember van axiftinên Mesûd Barzanî ragihand: Komîteya hevbeş a YNK-PDK`ê dê di rojên pêş de bicive da ku li ser dabeşkirina wezîran nîqaş bike. Divê mirov xwe ji gefxwerinê dûr ragire.