Nêçîrvan Barzanî: Em piştgîriyê didin biryara PKK`ê ji bo xwehelweşandinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i354635-nêçîrvan_barzanî_em_piştgîriyê_didin_biryara_pkk_ê_ji_bo_xwehelweşandinê
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî, ragihand: Em piştgîriya biryara PKK`ê ji bo xwehelweşandin û çekandananê dikin û ewê pêngaveke bibandor dizanin.
(last modified 2025-05-12T12:13:15+00:00 )
May 12, 2025 15:06 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Em piştgîriyê didin biryara PKK`ê ji bo xwehelweşandinê

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî, ragihand: Em piştgîriya biryara PKK`ê ji bo xwehelweşandin û çekandananê dikin û ewê pêngaveke bibandor dizanin.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî, wek berteka li hember xwehilweşandina PKK`ê di peyamekê de ragehand: Biryara PKK`ê ji bo xwehelweşandin û çekandananê nîşana pêgehiştina siyasî ye û rêyê ji bo diyalogeke rastîn ve dike ku pêkvejiyana aştiyane û xurtkirin û parastina istiqrarê li Tirkiye û gişt navçê bihêz dike.

Di dewama vê peyama serokê Herêma Kurdistana Iraqê de hatiye xwehilweşandina PKK`ê dawiyê li bi dehan salan tundûtîjî, azar û nexweşiyan tîne û deverê ber bi dahatî û asoyeke nû û pêşkeftina rastîn ve dibe û em amadetiya xwe ya tam û tekûz bona berdewamiya pêşkêşkirina her alîkarî û hevkariyekê ji bo serkeftina vê derfeta dîrokî radigihînin.