Nêçîrvan Barzanî: Pêkanîna Hikûmeta Herêmê nakeve piştî hilbijartinên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i354146-nêçîrvan_barzanî_pêkanîna_hikûmeta_herêmê_nakeve_piştî_hilbijartinên_iraqê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku gotûbêjên cidî li navbera Partî û Yekitiyê bo avakirina hikûmetê di rojevê de ne.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Nîsan 08, 2025 13:02 Asia/Tehran

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku gotûbêjên cidî li navbera Partî û Yekitiyê bo avakirina hikûmetê di rojevê de ne.

Nêçîrvan Barzanî  derbarê pêkanîna kabîneya dehemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: Di navbera me û YNK’ê de gotûbêjeke cidî heye, Em ji bo avakirina hikûmetê rêbazeke durust dimeşînin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dengoyên li bara  paşdexistina avakirina hikûmetê bo piştî hilbijartinên parlemana Iraqê red kirin û got: Gotûbêja me jibo vê hindê ye ku em bi zûtî hikûmetê ava bikin.Ti niyeta me û YNKê tine ku avakirina hikûmetê paşde bixin.