Adar 07, 2025 19:15 Asia/Tehran
  • Hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê maye ser pêkanîna sozên darayî 

Şirketên niftê yên çalak li Herêma Kurdistanê ragihandin ku tenê dema pêkhatina daxwazên wan da yê hinardekirina nifta vê herêmê ji rêya bendera Cîhan a Tirkîyê dest pê bibe.

Civata Pîşeya Niftê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku heke şert û merc bên berçavgirtin û daxwazên wan bên pêkanîn, amade ne ku hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê ji rêya bendera Cîhan a Tirkîyê dest pê bikin. 

Di daxûyanîya vê civatê da herwiha hatîye ku çaverêyê rêkevtinameyeke nû derbara hinardekirina niftê da ye û ji bo lihevkirina teqil jî, civînên zêdetir pêwîst in.

Civata Pîşeya Niftê ya Herêma Kurdistanê careka din pêgirî ser sozdarbûna xwe di warê destpêkirina hinardekirina niftê da kir, lê bi mercê ku daxwazên wan werin bicihanîn, Ew dixwazin ku qannûa bûcê tam were bicihanîn û deynê wan jî zûka were dayîn.

Di dawîya vê daxûyanîyê da hatîye ku divê serederîya himber şirketên niftê yên li Herêma Kurdistanê, wekî serederîya himber şirketên çalak di warê niftê li Iraqê da be.