Mijdar 05, 2025 17:34 Asia/Tehran

Tevî ku nêzîkî mehek ji ragihandian agirbesê li Xezzeyê derbas dibe, Rejîma Sîyonîst hela jî di encama êrişên ser navçeyên curbicur ên vê herêmê û rexê rojavaya çemê Urdinê da, bi sedan kesî şehîd u birîndar dike.

Firançêska Albanîz Raportera Taybet a Mafên Merivan a NY li Filistîna Dagirbûyî gotîye ku ji roja yekem a pêkanîna agirbesê va, qirkirina filistînîyan bi destê Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê didomîne. Albanîzê gotîye ku di vê heyamê da zêde ji 200 welatîyên filistînî li Zîvala Xezzeyê hatine şehîdkirin û wer xûya dike ku sîyonîstan ev agirbesa wek henek zanîne û fenanî xemsarîyên din ên wan himber qanûnên navdewletî, vê rkevtinameya agirbsê jî ti wateya xwe j iwan ra tineye. 

Firançêska Albanîzê pêgirî kirîye ku qirkirina filistînîyan li Xezze u rexê rojavaya çemê Urdinê bi tundî u giranîya tam didome u ne hişyarîdayînên cîhanî karîne sîyonîstan rawestînin û ne jî zext u zorên ser vê rejîmê bûne sebeb ku ew qanûnnê navdewletî berçav bigire.

Di vî halî da Antonîyo Gotereş Sekreterê Giştî yê NY îeo careka din pêgirî ser pêwîstîya pabendbûna Rejîma Sîyonîst bi rêekvtinameya agirbesê li Zîvala Xezzeyê kir u xwest ku rêyeke sîyasî ya bikare were bicihanîn, ji bo bidawîhanîna dagirkerîya li erdên Filistînê û pêkanîna armanc udozên gelê Filistînê yên ji bo hebûna welatekî serbixwe were danîn. Agirbsa li Zîvala Xezzeyê di 10ê Cotmehê da hat ragihandin u ev yek di halekî da ye ku Rejîma Sîyonîst hela jî astengîderxistina ser rêya bicihanîna xalên wê u binpêkirina berdewam a wê ya bi rêya qirkirina filistînîyan u kavilkirina Xezzeyê didomîne. 

Serepeyv