Sibat 27, 2025 16:50 Asia/Tehran
  • Êrişa Tirkiyê bi xwefiran ser sînorê Amêdiyê

Medyaya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku di encama êrişa artêşa Tirkiyê bi xwefiran ser wesayitekê li devera sînorî ya Amêdiyê, fermandeyek û 2 endamên PKK`ê hatin kuştin.

Dezgeha Dijî Terorê ya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê jî bi daxûyaniyekê ragihand ku xwefirên  artêşa Tirkiyê îro otombîleke PKKê li nêzîkî gundê Melaberkê li navçeya Çemankê ya  bajarê  Amêdî ya parêzgeha Dihokê kirin armanc.

Di daxuyaniyê de  hatiye ku di encama vê êrişê de fermandeyek û 2 endamê PKK hatin kuştin, endamekî vê komê ji bê ser û şûn bûye.

Serepeyv