Sibat 09, 2025 18:05 Asia/Tehran

Di dewama xwenîşandanên mamoste û karmendan li Herêma Kurdfistana Iraqê de, sê partiyên siyasî piştgîrî dan xwenîşandana Hewlêrê.

Sê partiyên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Niwşa Nû û Tevgera Helwêsta Niştîmanî, piştgîriya xwe ji gireva mamoste û karmendan li Herêma Kurdistana Iraqê ragihandin. Yekgirtûya Îslamî daxwaza beşdariya berfireh ya gel kiriye. Niwşa Nû li ser beşdariya rasterast a li xwenîşandanan kiriye û Tevgera Helwêst jî li ser pêwîstiya piştgîriya ji hemû karên medenî pêgîrî kir.

Tevgera Niwşa Nû bi ragihandina piştgîriya ji xwenîşandanên mamosteyan li Hewlêr û Silêmaniyê, li ser pêwîstiya dewama van karan heta serêxwegirtina daxwazan pêgîrî kir û di daxuyaniyekî da ragihand, Em wekî Tevgera Niwşa Nû û firaksiyona Niwşa Nû li Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê, netenê piştgîriyê didin xwenîşandana li Hewlêrê, belke em ê têde beşdar jî bibin. 

Elî Bapîr, serokê Komela Dadgeriya Kurdistanê bi ragihandina piştgîriya ji beşdarên li girev û xwenîşandanên li Herêma Kurdistana Iraqê, li ser vî yekî pêgîrî kir ku hikûmeta Herêmê berpirsê jiyana kesên di girevê da ye. Serokê Komela Dadgeriyê herwiha pêhişyarî da berpirsên Herêmê ku demlidest bi awayeka dilsoj bigihîjin hawar û daxwazên wan ku daxwazên hemû xelkê ne.

Di eynî demê de çavkaniyên nûçeyan ragihandin bi hezaran mamosteyên  Herêma Kurdistana Iraqê ji Silêmaniyê û bajarên din ên Herêmê ber bi Hewlêrê ve çûne û gihîştine bajarê Dîglê û hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê rêya wan a ber bi Hewlêr ve girêdane.

Serepeyv