Roja yazdehem a gireva birçîbûnê ya mamostayan li Silêmaniyê
Di rewşa ku greva birçîbûnê ya mamosta û karmendên nerazî li Silêmaniyê derbasî roja xwe ya yazdehem bûye, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê daxwaza lidarxistina civîneke hevpar ji bo hevahengiya li ser daxwazên mamosta û karmendên nerazî li Harêma Kurdistanê kir.
Tevgera Îslamî bi fermî nameyek ji partî û tevgerên siyasî yên derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şandiye û xwestîye ku roja yekşemê civînekê ji bo nirxandina rewşa girevgirtîyên li Silêmaniyê li dar bixin. Yên ku li Silêmaniyê ketien girevê, ragihandine ku ew ê dermanên pizşkî wernegrin.Sedema vê biryarê jî paşguhkirina daxwazên wan ji aliyê rayedarên Herêma Kurdistanê ve û çaresernekirina kirîza paşxistina mûçe û plana niştecihkirinê ye. Hetanî vê kêliyê rayedarên peywendîdar tu gavên praktîkî jibo çareserkirina vê krîzê ranekirine.
Li gorî nûçeyeke din, şandeke parlemana Iraqê di nava mamostayên xwepêşander ên Silêmaniyê de hazir bûye û piştî ku bi xelkê nerazî re gotûbêj kiriye, ragihandiye, Hikûmeta Iraqê û Dadgeha Federal dê komîsyonekê ji bo çareserkirina daxwazên mamostayan pêk bînin.
Piştî vê hevdîtinê Herêm Kemal, Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Sirwe Ebdulwahîd Seroka Fraksiyona Tevgera Nifşê Nû li Parlemana Iraqê derbarê vê mijarê de behs û nîqaş kirin. Herêm Kemal Axa di vê nîqaşê de tekezî ser pêwîstiya bidawîanîna grevê li Silêmaniyê kir, lê Sirwe Ebdulwahîdê tekezî ser berdewamiya piştgiriya ji mamostayan kir.