Bila wezîrên Kurd yên hikûmeta navendî mesela mûçeyê du mehan ê karmendên Herêma Kurdistanê zelal bikin
Di dewama gumanên li ser mûçeyên paşdemayî yên karmendên Herêma Kurdistanê de, parlemanterekî berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li wezîrên Kurd ên hikûmeta Iraqê kir ku helwesta xwe derbarê dayîna mûçeyên mehên 11 û 12 de bi zelalî ragehînin.
Umer Gulpî, Parlemanterê berê yê Komeleya Dadgeriya Kurdistanê, di civîneke çapemeniyê de daxwaza zelalkirina berpirsiyariya dayîna mûçeyên mayî yên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê çar wezîrên kurd ên hikûmeta Iraqê ve kir. Wî tekez kir ku ew çar wezîr, ku wek nûnerên Kurdan di hikûmeta federal a Iraqê de ne, divê bi zelalî ragehînin ka hikûmeta Iraqê berpirsiyarê dayîna mûçeyên mehên 11 û 12yê ye yan na. Gulpî her wiha got: Yan divê hikûmeta Iraqê neçar bikin ku mûçeyên mehên 11 û 12 bide yan jî divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsiyariya tam a vê mijarê qebûl bike.