Çile 04, 2026 15:54 Asia/Tehran
  • Şasuwar Ebdulwehid dê heta 12`ê vê mehê di girtîgehê de bimîne

Piştî derbasbûna zêdetirî heftiyekê ser soza azadkirina Şasuwar Ebdulwahid, serokê Tevgera Newey Nû, îro dadgeha Silêmanî biryar da ku dema girtina wî dirêjtir bike.

Pêştir çavkaniyeke payebilind ê Newey Nû, ragehandibû ku cezakirina Şasuwar Ebdulwehid jibo pênc mehan bûye û ev biryar di 2`ê Îlona 2025`an de hatiye dayîn lê di vê biryarê de hatiye ku divê hemû rojên berê yên ku di dema lêpirsîn û darizandinê de di girtîgehê de bûye werin Hejmartin. Lewma dadgeh ev 35 rojan jê kêm dike, 14 roj jî di dema lêkolîna li dadgeha Lêkolînê ya Asayişê hatiye ragirtin, 21 roj jî berî ku biryara dadgehê were dayîn, hatiye girtin. Vêca niha dibê Şasuwar Ebdulwahid 29`ê Kanûna yekem a 2025`an bihata azadkirin. Eva di demekê de ye ku îro dadgeha Silêmanî biryar da ku dema mayîna wî  li zindanê heta 12`ê mehê were dirêjkirin.

 

Serepeyv