Cîvîna îro ya Partî û Yekîtiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i352835-cîvîna_îro_ya_partî_û_yekîtiyê
Hevcivîna YNKê û PDKê li Hewlêrê
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 07, 2025 14:56 Asia/Tehran
  • Cîvîna îro ya Partî û Yekîtiyê

Hevcivîna YNKê û PDKê li Hewlêrê

Şanda teknîkî ya hevbeş a YNK-PDK`ê li Hewlêrê civînek li dar xist. Her du şand dê roja pêncşemê careke din li baregeha Polîtburoya YNK`ê ya li Hewlêrê bicivin. Civîna îro ya Partî û Yekîtiyê, civîna sêyemîn bû li ser pêkanîna kabîneya dehan a hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê. Civîna yekem roja 30.11.2024`an li Silêmaniyê û ya duyem jî 17.12.2024`an li Hewlêrê û li polîtboroya YNK`ê li Pîrmamê hatin lidarxistin.

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ji hilbijartinên 20`ê Cotmehê yên Parlimana Herêma Kurdistanê û piştî derbasbûna nêzî sê mehan, heta niha hikûmetek pêk neaniye.