Destpêkirina qonaxên dayîna mûçeya Meha Mijdarê ya karmendên Herêma Kurdistanê
Wezareta Aborî û Darayî ya Iraqê li daxûyaniyekê derbarê destpêkirina qonaxên dayîna mûçeyê meha Mijdarê ya karmendên Herêma Kurdistanê ser fermana serokwezîrê vî welqatî agahî da.
Piştî çend mehan çavrêtî û dilnigeraniyê, hikûmeta Iraqê ser fermana serokwezîrê vî welatî dê qonaxên dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê destpê bike. Ev biryar jibo çareserkirina nakokiyên aborî di navbera Bexda û Hewlêrê hatiye dayîn. Wezareta Aborî û Darayî ya Iraqê ragihand, ser fermana Muhemed Şiya Sûdanî ji îro ve qonaxên şandina mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê yên meha Mijdarê dest pê dike.
Li gorî daxûyaniya Wezareta Aborî û Darayî ya Iraqê, Komîsyona Teknîkî ya Wezareta Aborî û Darayî ya vî welatî bi mebesta hevkarî û hewahengiya bi Wezareta Aborî û Darayî ya Herêma Kurdistanê jibo hilkolandina mûçeya karmend û malnişînan dê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Ser fermana Sûdanî 430 milyar dînar dê bo Herêma Kurdistanê were şandin.Pirsgirêkên mayî dê ji aliyê ji komîsyonên dualî wê di nava 10 rojan de bên çareserkirin.
Hevgav Encumena seranserî ya Mamosta û Karkirên nerazî yên Herêma Kurdistanê daxwaza dayîna demlidest a mûçeya du mehên paşdeketî kirin û derbarê derengmayîna mûçeyan hişyarî dan.
Encûmena seranserî ya Mamosta û Karkirên Herêma Kurdistanê wek berteka li himber biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê dayîna mûçeya meha dehan a mamostayan ragihand ku bi vê kiryarê ewê girev û nerazîbûnên xwe bi dawî neynin. Di daxuyaniyeke fermî de, vê encumenê tekez kir ku dayîna mûçeyên mehên deh û yazdehan pêwîstiyeke lezgîn e û xemsariya zêdetir a hikûmetê derbarê wê de dikare pêleke zext û zorê û nerazîbûnên seranserî li Herêmê bi dû xwe re bîne.