Liv û tevgerên bi guman ên Tirkiyê li Iraqê
Çavkaniyên agehdar behsa liv û tevgerên bi guman ên Tirkiyê li Iraq û li nêzîkî Herêma Kurdistanê dikin.
Çavkaniyekî agehdar ragihand, tîmên endazyariyê yên artêşa Tirkiyê bi awayekî nepenî li pênc deverên çiyayî yên Iraqê li 16 km ya sînorê Herêma Kurdistanê sîstemên ragihandinê danîne.
Hîn ne diyar e ka ev sîstemên ragihandinê di çarçova leşkerî yan ne leşkerî de kar dikin. Eva di halkeî de ye ku xetên telefonê yên Tirkiyê li derveyî sînorên vî welatî dixebitin û danîna sîstemên peywendiyê yên wê di hundirê Iraqê de, gelek pirsiyar derbarê hegera danîna van sîsteman bi taybetî li nêzîkî Herêma Kurdistanê çê kiriye.
Çavkaniyên agehdar her wiha ragihandin ku Tirkiye hejmara leşkerên xwe li meqerên xwe yên herî girîng li Neynewaya Iraqê zêde kiriye.
Baregeha Zelîkan a li nêzî Beşîqê di sê rojên derbasbûyî de şehedê ketina hêzên taybet ên Tirkiyê bi wesayîtên zirxî bûye.