Hikûmeta Herêma Kurdistanê sedema nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i352323-hikûmeta_herêma_kurdistanê_sedema_nakokiyên_di_navbera_bexda_û_hewlêrê_ye
Berpirsê cihîner ê polîtboroya siyasî ya Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ragihand ku sedema pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê da, hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ye ji ber ku her mehê navên nû li lîsteya navên miaş-wergiran zêde dike.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Tesrîn 30, 2024 13:55 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Herêma Kurdistanê sedema nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê ye

Berpirsê cihîner ê polîtboroya siyasî ya Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ragihand ku sedema pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê da, hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ye ji ber ku her mehê navên nû li lîsteya navên miaş-wergiran zêde dike.

Mistefa Ebdilah, berpirsê cihîner ê nivîsgeha siyasî ya Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê got: Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê her mehê navên nû li lîsteya navên miaş-wergiran zêde dike û ev zêdekirina navan bûye sedema pêkhatina hin pirsgirêkan di dayîna miaşê karmendên Herêma Kurdistana Iraqê.

Wî her wiha got ku yek ji sedemên pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê da ev e ku hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe erkdar nizane ku daxwazên Bexdayê û hikmên Dadgeha Federal cih bîne.