Îlon 03, 2024 19:26 Asia/Tehran
  • Bafil Talibanî: Bêyî pejirandina YNK`ê Mesrûr Barzanî nabe serêvebir jî

Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê peyamekî tund bo Partiyê şand û pirsî: Partî dibêje Mesrûr Barzanî wê bibe serokê Herêma Kurdistana Iraqê, baş e wê çawan bibe? Wî herwiha got: Sond bi Xwedê bêyî qebûlkirina Yekîtiyê, kekê Mesûd nabe serêvebir jî.

Bafil Talibanî, Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, di peyamekî da ragihand, di halekî da ku aliyên din hîna dest bi ti karekî nekirine, Yekîtî bo hilbijartinê amade ye. Wî herwiha pêgîrî kir: Berî nika hin partî hilbijartin paşda xistibûn, vê carê jî dil hene paşda bixin, lê nikarin xwe ji hilbijartinê vedizin, ji ber ku vê carê hilbijartin wê di dema xwe da were lidarxistin.

Wî xitabî Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê da jî got: Partî dibêje Mesrûr Barzanî wê bibe serokê hikûmetê, ez jî dipirsim, ev wê çawan bibe serokê hikûmetê? 50+1 nemaye, 11 li hember hêç jî nemaye, ji ber wê sond bo Xwedê, bêyî pejirandina Yekîtiyê, Kak Mesûd nabe serêvebir jî.

Roja 28`ê Tebaxa 2024`an, Hêmin Hewramî, endamê polîtboroya Partiya Demokrat a Kurdistanê ragihand, Mesrûr Barzanî, wê bibe serokê kabîneya 10`an a Hikûmeta Herêma kurdistana Iraqê, lê hîna nediyar e ku wê kî bibe cîgirê wî.