Cemal Koçer: Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsa derengmayîna miaşê karmendan e
Parlimanterê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Meclisa Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê berpirsê derengmayîna miaşê karmendên Herêmê da zanîn.
Cemal Koçer, parlimanterê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Meclisa Iraqê, di hevpeyvînekî da amajeyî vê yekî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li hember karmend û fermanberên xwe hesta berpirsyariyê nake û got: Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê divê xêr û mesleheta welatiyên Kurd berçav bigire û xwe ji kêşeyên navxweyî yên îdarî û siyasî dûr rabigire, ji ber ku ewê derbeya herî zêde ya van kêşe û siyasetên Hewlêrê bigihêje fermanberên Herêma Kurdistana Iraqê.Vî parlimanterê Meclisa Iraqê amajeyî vê yekê kir ku pirsgirêka herî mezin a fermanberên Herêma Kurdistanê, astengîderxistinên Hewlêrê li hemberî dayîna miaşan ji aliyê Bexdayê ve ye û herwiha got: Divê hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê demlidest nakokiyên bi hikûmeta federal a Bexdayê re çareser bike. Dengê Dadgeha Federal a Iraqê ev pirsgirêka çareser kiriye lê hikûmeta Herêma Kurdistanê sozên xwe yên di vî warî da cih nayîne.