Nifta Herêma Kurdistanê sedî 60 kêmtir ji fîyeta cîhanê tê firotin
Şîrketa DNO ya Norwêjê nifta Herêma Kurdistanê sedî 60 bin fiyeta cîhanê yanê her bermîlê bi 30 dolarî difroşe.
Şîrketa DNO ya Norwêjê berhemanîna niftê li Herêma Kurdistanê, sûd û dahata wê ya li sê meha duyem a îsal de li du meydanên pêşxabûr û Tabokê ragihand.Ev şîrketa Norwêjî dahata xwe ji berhemanîn û firotina niftê li meydanên niftê yên Herêma Kurdistanê 35 milyon dolar ragihand.Vê şîrketa niftê ragihand, di sê meha duyemîn a îsal rojê 79 hezar û 783 bermîlên niftê li meyadnên niftê yên Herêma Kurdistanê derxistine.Li gorî ragehandina kompaniya Norwêjî, nirxê firotina her bermîlek niftê ji bo bazirganên navxweyî ji van herdu meydanên niftê yên Herêma Kurdistanê, nêzîkî 30 dolar e.Şîrketa DNO ya Norwêjê ku mijûlî derxistina nifta xav li her du meydanên niftê yên Beşîqe û Tawgeyê yên Herêma Kurdistana Iraqê ye, vê dawiyê derbarê zêdebûna derhata xwe tevî berdewamiya rawestandina hinartina nifta xav ji Herêma Kurdistana Iraqê agahî da.