Tebax 16, 2024 17:40 Asia/Tehran
  • Bexda lêjneyekê dişîne Hewlêrê

Endamekî parlimana Iraqê ragihand ku lêjneyeke 15 kesî ji Bexdayê va dê bi merema çavdêrîya ser lîsteya miaşwergirên Herêma Kurdistanê seredana Hewlêrê bike.

Soran Umer endamê parlimana Iraqê ragihand ku Serokê Dîwana Çavdêrîyê ya Iraqê 2 rojan berî nika lêjneyeke 15 kesî pêk anîye jib o ku bi merema çavdêrîya ser lîsteya miaşwergiran, xerc û derhatan seredana Herêma Kurdistanê bike.Ev biryara di halekî da ye ku Bexdayê hela jî miaşê meha heftem ê miaşwergirên Herêma Kurdistanê neşandîye, herçend ku Wezîra Darayîyê ya Iraqê hefteya buhurî ji endamên Lêjneya Darayî ya parlimana vî welatî ra ragihand ku yê roja pêncşem ango duh miaşê karmendên herêma Kurdistanê bişne.Soran Umer li ser şandina miaşê karmendên Herêma Kurdistanê duh got: Ji ber pêkanîna nû û nezelalbûna lîsteya hêzên emnî yên miaşwergir, Wezîra Darayî ya Iraqê ne amade ye ku belgeya şandina miaşê miaşwergirên Herêma Kurdistanê wajo bike.