Cotmeh 16, 2023 11:02 Asia/Tehran
  • Piştgiriya YNKyê ji operasyona berxwedana Filistînê li dijî Rejîma Siyonîst

Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Parlemana Iraqê piştgiriya xwe ji berxwedana Filistînê û têkoşîna wê li himberî Rejîma Siyonîst ragihand.

Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Parlemana Iraqê ragihand ku gelê Filistînê  li  kêşe û gêreyeke  dom û dirêj li himber bi Rejîma Siyonîstî  de ye  di encama şerê li  himberî vê rejîma  narewa  de hejmarek zêde ji gelê Filistînê hatine sirgûnkirin an şehîd ketine û dewama êş û azarên gelê Filistînê  û çaresernekirina kêşeyan, dê bibe sedema gurrbûna şer û rijandina xwîneke zêdetir. 

Harêm Kemal Axa Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Parlemana Iraqê di civîna  parlemanê de daxuyaniya YNK ya  di derbarê mijarên Filistînê de xwend û got: Ev çend roj in, Zîvala Qezeyê rastî êrişên hovane  hatiye ku  di encamê de hejmareke zêde ji welatiyên sivîl,  jin û zarokên bêguneh  şehîd bûne  û her wiha  ava vexwarinê û karebaya wan hatiye qutkirin.Di daxuyaniya Fraksyona Yekitiyê di parlemana  Iraqê de hatiye ku  ev partiya siyasî ya Iraqî,  êrişên hanê bi tundî şermezar dike  û  daxwazê  ji civaka navdewletî  dike ku bi erka  xwe ya exlaqî û mirovî   de rabin û  pêşiya binpêkirina  mafênn  xelkê Filistînê bigrin  ku êdî dorpêça zîvala Qezeyê were rawestandin.

Serepeyv