May 02, 2023 16:07 Asia/Tehran
  • Êrîşa bi xwefirran ser navçeya Gelaleya Silêmaniyê

Rayedarên xwecihî yên parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê îro qala êrîşa bi xwefirran li navçeyeke vê parêzgehê kirin.

Ajansa Shafagh News'a Iraqê ragihand ku vê sibê xwefirrekê navçeyeke şaristana Mawitê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê kiriye armanc.

Kamran Hesen qayîm-meqamê Mawitê di vî warî da ji Shafagh News'ê ra got ku saet 11:10 li gorî dema xwecihî xwefirreke tirkiyeyî navçeya Gelaleyê ya Şaristana Mawitê kir armanc.

Wî got ku heta vê kêliyê ti raporek derbarê goriyên vê êrîşê nehatiye wergirtin.

Çavkaniyên nûçeyan ên Iraqê heta vê kêliyê hûrgiliyeke zêdetir ji vê êrîşê belav nekirine û ti aliyekî berpirsyariya wê negirtiye ustiyê xwe.

Serepeyv