Xwefirrek li nêzikî Hewlêra Iraqê ket xwarê
Nîsan 17, 2023 15:44 Asia/Tehran
Hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistana Iraqê qala ketina xwefirrekê li nêzikî Hewlêrê kirin.
Li gorî rapora Rûdaw’ê, ‘Hesen Mihemed’ Fermandeyê Leşkera Sêyem a Liqa 2 ya Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand: Şeva derbasbûyî xwefirrek li navçeya Zerkezrawê ya nêzikî bajarê Qûştepeyê ser bi Hewlêrê ket xwarê.
Hesen Mihemed bi gotina vêya ku ev xwefirr bêyî ti ziyaneke canî li Hêzên Pêşmerge hatiye xistin, got: Diyar nîne ku ev xwefirr ayîdî kîjan welatî ye û ti nîşaneyek ji bo naskirina wê tineye.
Li gorî vê raporê, Cihê ketina vê xwefirrê li 500 mitriya Hêzên Pêşmerge li navçeya navbirî bûye.
Hefteya bihurî jî xwefirreke xweteqên li nêzikî gundê Botiyayê li parêzgeha Dihokê bêyî ti ziyaneke canî hat jordaxistin.