Nîsan 16, 2023 14:38 Asia/Tehran
  • Şewateke mezin li Hewlêrê qewimî

Çavkaniyên iraqî qala agirpêketineke giran li navendeke ticarî ya Hewlêrê kirin.

Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan ên Herêma Kurdistana Iraqê, Firoşgehek li Taxa Dartoyê ya bajarê Hewlêrê tûşî şewatê bû. Di vê raporê da hatiye, tîmên agirvemirandinê ji bo xevakirina êgir çûne cihê bûyerê û ragihandine ku ev navenda ticarî bi tevahî di nava êgir da şewitiye.

Hevdem çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê jî îro Yekşemî qala agirpêketineke mezin di rêya mezinrêya navçeya El Doreyê li başûrê Bexdaya paytexta Irqê kir.

Ev agirpêketin li tankêreke hilgira gazê qewimiye û tîmên agirkuj agirê pêketî xeva kirin.

 

 

Serepeyv