Nîsan 10, 2023 17:19 Asia/Tehran
  • Xwefirreke xweteqên li Dihokê ket xwarê

Medyayên iraqî ragihandin ku xwefirreke xweteqên li parêzgeha Dihokê ketiye xwarê.

Li gorî rapora Shafagh News'ê,  Çavkaniyeke ewlehiyê di vî warî da ragihand, tenê çend roj piştî hewla serneketî ji bo terorkirina Fermandeyê mîlîtanên kurd ên Sûriyê li bakurê Iraqê, xwefirreke xweteqên a nenas li gundê Botiyayê li bakurê parêzgeha Dihokê ket xwarê.

Vê çavkaniyê her wiha ragihand, Heta kêliya weşandina vê raporê hîn nehatiye diyarkirin bê ka ev xwefirr ayîdî çi komekê bûye û biryar bûye kî derê bike armanc.

Ev di rewşekê da ye ku medyayên iraqî rojên derbasbûyî qala êrîşa bi xwefirran li ser balefirgeha Silêmaniyê bi armanca terorkirina "Mezlûm Ebdî" Femandeyê mîlîtanên kurd li Sûriyê nasyar bi "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)" kiribûn.

Li pey vê êrîşê, rayedarên Iraqê Tirkiyê bi binpêkirina yekparçetiya axa vî welatî û êrîşa ser balefirgeha ne-leşkerî tawanbar kirin.

Serokkomartiya Iraqê bi dayîna daxuyaniyekê tevî şermezarkirina êrîşa li ser balefirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê, daxwaza berpirsyarbûna dewleta Tirkiyê û lêborîna fermî ji aliyê Enqereyê va kiribû.

 

Serepeyv