Rêkeftina petrolê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i340559-rêkeftina_petrolê_di_navbera_hewlêr_û_bexdayê_de_hat_îmzekirin
Rêkevtinameya petrolê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hat îmzekirin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî piştî vê yekê got ku Hêvîdar im ev rêkeftin bibe bingehek ji bo çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û bibe sedema pesendkirina projeyasayên bûdce û petrol û gazê li Parlamentoya Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 04, 2023 12:29 Asia/Tehran
  • Rêkeftina petrolê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin

Rêkevtinameya petrolê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hat îmzekirin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî piştî vê yekê got ku Hêvîdar im ev rêkeftin bibe bingehek ji bo çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û bibe sedema pesendkirina projeyasayên bûdce û petrol û gazê li Parlamentoya Iraqê.

Rêkevtinameya hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê îro
ji hêla Serokwezîrê Iraqê Mihemmed Şîya Sûdanî û
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî va hat
wajokirin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemmed Şîya Sûdanî îro di civîneke
çapemenîyê ya digel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî da basa lihevkirina her du alîyan li ser
destpêkirina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê kir.
Sûdanî got ku rawestandina hinardekirina nifta Herêma
Kurdistanê, zîyanek ji bo derhata Iraqê ye û alîyên teknîkî
divê zûka vê rêkevtinameyê bi cih bînin û rêyên qanûnî di
vî warî da bigirin ber xwe.
Wî pêgirî kir ku di vê rêkevtinameyê da tekezî li ser meyla
ciddî ya Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê
ji bo rakirina berbendên ku di salên buhurî da pêk hatine
nîşan dide.
Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Em çaverêyê
pesendkirina qanûna nift û gazê ne ku hemî berbendên di
vê dosîyê da yên ji dema pesendkirina destûra bingehîn va
radike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di vê
civîna çapemenîyê da got: “Rêkeftina di navbera Hewlêr û
Bexdayê de ji bo hemû Iraqê giring e. Ez destxweşiyê li
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dikim ji ber vê
rêkeftinê. Dixwazim pîrozbahiyê li hemû gelê Iraqê û
Herêma Kurdistanê bikim ji bo rêkeftina giring. Hêvîdar im
ev rêkeftin bibe bingehek ji bo çareserkirina kêşeyên
hilawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û bibe

sedema pesendkirina projeyasayên bûdce û petrol û gazê
li Parlamentoya Iraqê.”