SOMO: Lihevkirina Hewlêr û Bexdayê têkildarî niftê yê bi zûtirkê bê ragihandin
Kompanîyaya Peydakirina Bikirr û Bazarê bo Nifta Iraqê (SOMO) ragihand: Gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê da didomin û her du alîyan li ser çend xalan lihev kirine.
Kompanîyaya Peydakirina Bikirr û Bazarê bo Nifta Iraqê (SOMO) ragihand: “Me û Herêma Kurdistanê li ser gelek xalan li hev kir. Em ê di demek nêzîk de lihevkirina igel Herêma Kurdistanê ragihînin.”
Berdevkê Wezareta Nifta Iraqê Asim Cihad jî got: Desteyeke Hikûmeta Iraqê yê di demeke nêzîkî da seredana Enqerê bike û pêgirî kir ku ne alîyê tirk û ne jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara Dadgeha Navbeynkar a Parîsê ret kirîye ku ev yeka dê bibe rêxweşkirinek ji bo destpêkeke nû.
Desteya Herêma Kurdistanê û desteya Hikûmeta Federal a Iraqê roja înî 31ê Adarê di civînekê da li ser şêwaza firotina hevbeş a nifta Herêma Kurdistanê lihev kirin.
Bi dû vê lihevkirinê yê her du alî çend caran jî bicivin ji bo zelalkirina peymanên niftê yên Herêma Kurdistanê û peydakirina bikirrên nû bo nifta Herêma Kurdistanê ya bi şêweya hevpar li Bendera Cîhanê. Bi vî awayî ev lihevkirina kompanîyên derxistina niftê û bikirrên nifta Herêma Kurdistanê dilnîya dike.