Hûrgilîyên lihevkirina Hewlêr û Bexdayê têkildarî firotina niftê
Her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistana vî welatî li ser hinardekirna nifta Herêma Kurdistanê lihev kirin.
Li gorî agahîyan, Hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê yê di kêmtir ji 72 saetan da di bin çavdêrî û kontrola Şirketa Peydakirina Bikirran Ji bo Nifta Iraqê (SOMO) dest pê bike û wek nifta Iraqê dê bê firotin û derhata wê jî dê here hesabek taybet da.
Herwiha ji vir pê va nifta Herêma Kurdistanê dê bi bihaya ku SOMO`yê destnîşan kirîye were firotin û peymana digel kompanî û bikirrên nifta Herêma Kurdistanê dê were nûkirin.
Herwiha di civîna Bexda û Hewlêrê da, alîyê kurd ji Bexdayê xwestîye ku posta cîgirê serokê SOMO`yê bidin kurda û Bexda jî razî bûye ku wê postê bidin kesekî pillebilind û nêzîkî PDK`ê.
Herwiha piştî lihevkirina Hewlêr û Bexdayê, biryar e ku Hikûmeta Federal a Iraqê di nivîsareke fermi da ji Tirkîyê bixwaze ku hinardekirina nita Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Cîhanê va dest pê bike.