Mehma Xelîl: Gotûbêjên desteya Herêma Kurdistanê û rayedarên iraqî erênî bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i339755-mehma_xelîl_gotûbêjên_desteya_herêma_kurdistanê_û_rayedarên_iraqî_erênî_bûn
Parlimanterê Partîya Demokirat a Kurdistanê (PDK) li parlimana Iraqê got: Gotûbêjên di navbera desteya Herêma Kurdistanê û rayedarên iraqî da li Bexdayê di rêyeke durist da ne û civînên vê desteyê û rêvebirên sîyasî yên hikûmeta federal erênî bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2023 07:55 Asia/Tehran
  • Mehma Xelîl: Gotûbêjên desteya Herêma Kurdistanê û rayedarên iraqî erênî bûn

Parlimanterê Partîya Demokirat a Kurdistanê (PDK) li parlimana Iraqê got: Gotûbêjên di navbera desteya Herêma Kurdistanê û rayedarên iraqî da li Bexdayê di rêyeke durist da ne û civînên vê desteyê û rêvebirên sîyasî yên hikûmeta federal erênî bûn.

Mehma Xelîl herwiha got ku muzakireyên desteya Herêma Kuridstanê û rayedarên iraqî dê haye ku veguherin lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ku encama wan dê bi zûtirkê bên ragihandin. 

Wî dîyar kir ku encama hevdîtinên wê desteyê û rayedarên iraqî li Bexdayê yê şandina pêşnuma bûceya giştî ya Iraqê ya sala 2023yê bo parlimanê bilezîne.

Mehma Xelîl herwiha got: Herêma Kurdistanê dixwaza kirêdîyên xwe di qanûna bûca giştî ya hikûmeta federal a Iraqê da li gorî şert û mercên di qanûna bingehîn da hatine destnîşankirin, garantî bike û ti berbendek ser rêya bidawîhanîna nakokîyan li Bexdayê tinebe.

Salih Umer parlimanterê PDK jî amajeyî domandina wan civînan kir û got: Pêkanîna komsyona hevpar di navbera hikûmetên federal û Herêma Kurdistanê da ji bo amadekirina reşnivîsa qanûna nift û gazê, pêngava yekê ya ji bo bidawîhanîna meseleyên di navbera her du alîyan da mayî tê hesêb, lewma pesendkirina wê dê beşeke mezin a nakokîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike.