Gelo dê Herêma Kurdistana Iraqê hilweşe?
Encamên rapirsîyekê li Herêma Kurdistanê nîşan didin ku beşa zêde ya niştecihên vê herêmê ji karnama partîyên hikimdar nerazî ne û dixwazin ku rewşa heyî li vê herêmê bi dawî were û Herêma Kurdistanê bikeve bin hikmê hikûmeta navendî ya Bexdayê da.
Her ku diçe nîşaneyên çareserkirina nakokîyên di navbera partî û bereyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê da lawaz dibin û lawazbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir derdikeve holê. Di vê navberê da encamên rapirsîyên Navenda Giştpirsî û Nirxandinê nîşan didin ku hizra hilweşandina Herêma Kurdistanê û vegera vê herêmê bin hikmê hikûmeta navendî ya Iraqê gellek hogir di nav niştecihên Herêma Kurdistanê da hene.
Eva di halekî da ye ku berî vîya hilêxistina mijareke wiha li Herêma Kurdistanê xeta sor û tabo dihat hesibandin.
Mîr Eqeawî çavdêrê meseleyên Herêma Kurdistanê di vî warî da got: Rewşa nalebar û xeterên sîyasî, aborî û emnî bûne sebeb ku ev hizra di nav niştecihên Herêma Kurdistanê da berbelav bibe û ew bixwazin ku bizvirin bin hikmê hikûmeta navendî ya Bexdayê.
Vî çavdêrê meseleyên Herêma Kurdistanê got: Niştecihên Herêma Kurdistanê bûne gorîyê nakokîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da. Wî got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê veguherîye hikûmeta malbatî û gendelî û dîktatorî berfire bûye ku ev du babet bûne sedema bêhêvîbûna welatîyan.
Lê Saman Dawûd nivîskar û rojnamevanê iraqî hilweşîna Herêma Kurdistanê dûr dizane û dibêje ku ne karekî hêsan e û kurd yê ji tişta bi dest xistine, neyên xwarê û desta jê nekişînin.
Çavdêr ser vê bawerê ne ku heke ev şêwaza birêvebirinê li Herêma Kurdistanê bidome, bêhêvîbûna niştecihên vê herêmê derheq karnama partîyên hikimdar û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê roj bi rojê girantir û berfiretir bibe.