Nihêrîna erênî ya taxima Kurdistana Iraqê derheq encama gotûbêjên Bexda- Hewlêrê
Di halekî da ku taxima ku ji Herêma Kurdistana Iraqê bo Bexdayê hatibû şandin, ji bo şêwirînê vegeriyaye Hewlêrê, alîyên kurdistanî van civînan erênî dinirxînin.
Taxima Herêma Kurdistanê ragihand ku li Bexdayê civînên girîng û baş bi komên iraqî re pêk anîne û pêgîrî kir ku dê hefteya bê dewreka nû ya muzakireyan li Bexdayê dest pê bike. Her di vî warî da Amanc Mehmûd Herkî, parlimanterê Partya Demokrat a Kurdistanê li Meclisa Iraqê bal kişand ser encamên gotûbêjên vê dawiyê yên di navbera Bexda û Hewlêrê da û got: Ev gotûbêj bi ragihandina nexşerêyeka tam bi dawî tên.
Amanc Mehmûd Herkî bi ragihandina vê yekê ku armanca van civînan jiholêrakirina nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê da bi berçavgirtina Qanûna Bingehîn e, got: Cidîbûn û hevhatineka baş ji bo çareserkirina qeyran û berbendên li ser rêya Bexda û Hewlêrê bi armanca pejirandina pêşnumeya bûceya giştî ku wê bûceyeka bêmînak ji bo garantîkirina mafên hemî qewmên iraqî be, heye.