Şanda muzakirekir a Hikûmeta Herêma Kurdistanêyê bi zûtirkê seredana Bexdayê bike
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê cardinê biryara hikûmeta federal derheq qutkirina bûceya ya têkildarî miaşa fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê rexne kir û got: Şandeke Herêma Kurdisanê bi zûtirkê yê seredana Bexdayê bike ta ku nêrîna xwe derbarê reşnivîsa qanûna nift û gazê de bona pejrandina wê ragehîne hikûmeta federal.
Cotyar Adil, di civîneke rojnamevaniyê ya hevpar de, bal
kişand ser vê yekê ku biryar bû hikûmeta federal
berdewam diravekê bo dabînkirina miaşa kedkarên
hikûmeta Herêma kurdistanê bide ji ber ku Hewlêrê û
hikûmeta berê ya Iraqê li hev kiribûn ku Bexda her meh
220 milyar dînarî bişîne Hewlêrê ku pişt re ev dirav dakete
200 milyar dînarî û got: Ev dirav mafê Herêma Kurdistanê
ye û nikarin wî weke deyn bizanin.
Adil bal kişand ser vê yekê ku şanda muzakirekar a
hikûmeta Herêma Kurdisrtanê bi zûtirkê yê sefera Bexdayê
bike û derbarê çend mijaran ji wan kirêdîyên aborî yên
Herêmê û qanûna nift û gazê bi hikûmeta federal re
gotûbêjê bike û got: Me nêrîneke taybet derbarê qanûna
nift û gazê de li gor destûra bingehîn a Iraqê heye ku em
ê li Bexdayê wê raberî hikûmeta navendî bikin.
Adil her wiha destnîşan kir ku di dawîn sefera şanda
Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî da
hinek hevhatin di navbera wî û Muhemed Şiya Sûdanî pêk
hatin, lê dîsa jî hinek pirsgirêk di navbera Hewlêr û
Bexdayê de hene ku yê ji riya domandina gotûbêjan bên
çareserkirin.