Sibat 02, 2023 13:08 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Sersekreterê “Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistana Iraqê” bi “Silêman Soylu” ra

Sersekreterê “Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistana Iraqê” bi Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê ra li şarê Enqereyê hevdîtin pêk anî.

Sersekreterê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistana Iraqê “Selaheddîn Mihemed Behaeddîn” bi Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê “Silêman Soylu” ra li şarê Enqereyê hevdîtin pêk anî. Armanca sereke ya vê hevdîtinê şopandina bûyera li Mêrdînê bû.

“Selaheddîn Mihemed Behaeddîn” di vê civînê da ku zêde ji sa’etekê berdewam bû, ji ber şopandin û hevxemîyê û naskirin û desteserkirina sûckarên bûyera li Mêrdînê destxweşî li Silêman Soylu kir.

Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê jî di vê hevdîtinê da careka din sersaxî da û pêgirî kir ku dê lêkolînên zêdetir di vî warî da bên kirin û ji şopandinan encam bê wergirtin.

Şayanî gotinê ye ku çend rojan berî nika 5 welatîyên Herêma Kurdistana Iraqê bi awayekî bi şik û guman li Mêrdîna Tirkîyê hatin kuştin. Dewleta Tirkîyê û medyayên vî welatî gellek nirxandin û texmîn têkildarî hegerên wan kesana belav kirin ku heta roja îro jî hegera teqil a kuştina wan kesana û çarenûsa vê dosyeyê tam nehatîye zelalkirin.

 

Serepeyv