Çile 27, 2023 15:55 Asia/Tehran
  • Hevkariyên Îran û Herêma Kurdistana Iraqê di warê Teyr û Tewalan da berfirehtir dibin

Îran û Herêma Kurdistana Iraqê hevkariyên xwe yên bazirganî û teknîkî di warê teyr û tewalan da berfireh dikin.

Li gorî rapora ILNA'yê ji zarê Wezareta Cîhada Çandiniyê, Di hevdîtina navbera Alîkarê Karûbarên Berhemên Ajelan ê Wezareta Cîhada Çandiniyê ya Îranê û nûnerên Herêma Kurdistana Iraqê da, du aliyan li ser zêdekirina hevkariyan ji bo hinardekirina teyr û tewalan û danûstandina zanista teknîkî di vî warî da tekez kirin.

Alîkarê Karûbarên Berhemên Ajelan ê Wezareta Cîhada Çandiniyê ya Îranê di hevdîtina digel Şêwirmendê Wezîrê Kiştûkalê yê Herêma Kurdistana Iraqê û desteya pê ra got: Li gorî reforma pêkhateya aborî ya hikûmetê di 9 mehên derbasbûyî da û kêmkirina sûbsîda beşa teyr û balendeyan, me tevî sazkirina xwe digel van şert û mercan bala xwe daye ser bazarên navçeyî û derve-navçeyî û meyl û meraqa bo hnardekrinê zêdetir bûye.

Di vê hevdîtinê da têkildarî hinardekirina goşt û hêkên mirîşkan bi awayekî berdewam û bi kualîteya guncan bo bazarên cîhanê û bi bihayê hindiktir anegorî hevrikên navçeyê gotûbêj hat kirin û li gorî vêya ku Îran tenha welatê Rojavayê Asyayê ye ku xwedî hêla Mirîşka Goştî ye, pêşniyaza ji bo hinardekirina komî ya çêlikên mirîşkên goştî û hinardekirina zanista teknîkî û amûr û alavên xwedîkirina teyr û tewalan di hemî waran da hat vekolandin.

 

Serepeyv