Kanûn 27, 2022 19:03 Asia/Tehran
  • Sûdanî ji bo kontrolkirina sînorê Iraq û Îranê hin ferman dan

Berdevkê Serfermandarê Hêzên Çekdar ê Iraqê pêgirî kir ku serokwezîrê vî welatî ferman daye hêzên çekdar ên iraqî kontrola deverên sînorî yên di navbera Iraq-Sûrîye û Iraq û Îranê da bigirin destê xwe.

Berdevkê Serfermandarê Hêzên Çekdar ê Iraqê Generalê Duyê Yehya Resûl basa fermanên serokwezîrê vî welatî ji bo kontrolkirina sînorê Iraq û Îranê kir.Wî îro di civîneke çapemenîyê da li Bexdayê pêgirî kir ku salvegera 102an a damezirandina artêşa Iraqê îsal hevgav bûye digel Kapa Gelên Kendava Farsê li Besreyê û Iraq ji hemî welatên ereb pêşwazî dike.

Berdevkê Serfermandarê Hêzên Çekdar ê Iraqê herwiha got: Peyama lidarxistina vê kapê eva ye ku “Iraq roja îro di nava istiqrar û ewlehîyê da ye.”Yehya Resûl herwiha got: Mihemed Şîya Sûdanî wek Serfermandarê Hêzên Çekdar ê Iraqê fermanên pêwîst dan ji bo ku hêzên çekdar ên iraqî kontrola deverên sînorî yên di navbera Iraq û Îranê û Iraq û Sûrîyê de bigirin destê xwe û piştgirîya locestîk bidin wan.

Rojnameya Al Şerq Al Ewsetê jî ji zarê çavkanîyên haydar ên iraqî idia kir ku hejmarek partîyên şîe yên iraqî ji Mihemed Şîya Sûdanî serokwezîrê Iraqê xwestiye ku bi awayekî taybet digel amerîkîyan derbara qedexekirina firrîna xwefirrên amerîkî û rakirina binkeyên leşkerî yên amerîkî li seranserî Iraqê ji wan yên li Herêma Kurdistanê da muzakire bike.

Serepeyv