Dadgeha Federal a Iraqê biryara neqanûnîbûna Komîsaryaya Hilbijartina Herêma Kurdistanê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i336877-dadgeha_federal_a_iraqê_biryara_neqanûnîbûna_komîsaryaya_hilbijartina_herêma_kurdistanê_da
Dadgeha Federal a Iraqê biryara neqanûnîbûna desthilata pawanî ya Komîsaryaya Biulind a Serbixwe ya Hilbijartin û Giştpirsînê li Herêma Kurdistanê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 05, 2022 06:30 Asia/Tehran
  • Dadgeha Federal a Iraqê biryara neqanûnîbûna Komîsaryaya Hilbijartina Herêma Kurdistanê da

Dadgeha Federal a Iraqê biryara neqanûnîbûna desthilata pawanî ya Komîsaryaya Biulind a Serbixwe ya Hilbijartin û Giştpirsînê li Herêma Kurdistanê da.

Li gorî rapora Shafagh Newsê, Biryara Dadgeha Federal a Iraqê derbarê giliya Sirwe Ebdulwahid Serokê Fraksiyona Nifşa Nû li parlimana Iraaqê li dijî Rêwaz Fayîq Seroka Parlimana Herêma Kurdustanê û erka wê derbarê derqanûnîbûna Komîsaryaya Bilind a Hilbijartin û Giştpirsînê li Herêma Kurdistanê hat dayîn.

Dadgeha Federal a Iraqê di biryara xwe da ragihand: Mafê wergirtina deng û hilbijartinê û berendambûnê ji mafên misogerkirî yên li gorî Qanûna Bingehîn in û berpirs divê hemî rêyên pêwîst ji bo ku sûdwergirtina hemî welatiyan ji wê misoger bibe, dabîn bikin û eger berovajiya vê yekê pêk were, pêvajoya hilbijartinê dê nirxa xwe ya demokratîk û berpirs jî dê rewatiya xwe ji dest bidin.

Di biryara Dadgeha Federal a Iraqê da her wiha hatiye: Rêyên herî girîng ên pêkhatina demokrasiyê îcadkirina taximeke serbixwe ji bo rêvebirina pêvajoya hilbijartinê û ddestwernedana di karûbarên wê ji aliyê berpirsên welêt an jî fraksiyonên siyasî ye.

Li gorî vê biryarê, misogernekirina mafê gel di dengwergirtin, hilbijartin û berendambûnê da, dibe sebeb ku pêvajoya siyasî pêdiviyên Qanûna Bingehîn ji dest bide û ev yek bandorê li asta beşdariya welatiyan di hilbijartinê da dike.