Îlon 03, 2022 18:11 Asia/Tehran
  • Agir bi kampa awareyên êzidî li Dihokê ket

Agir bi kampeke awareyan a kurdên êzidî li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistana Iraqê ket.

Di vê kampê da awareyên êzidî dimînin ku ji ber êrîşên koma terorîst a DAIŞê di salên 2014 heta 2017an da aware bûbûn.


Li gorî rapora roja Şemiyê ya El-Sumiriye Newsê, Şehedên bûyerê ragihand ku ev agirpêketin li kampa Bacid Kendalê qewimî û di encamê da 16 kon şewitîn û ziyaneke madî ya berfireh çêbû.


Di vê raporê da hatiye ku ji ber vê agirpêketinê ti ziyaneke canî çê nebûye.

Li gorî nûçeyeke din, Heşda Şeibiya Iraqê baregehên koma terorîst a DAIŞê li rêzeçiyayên Hemrînê li Diyaleyê kirin armanca êrîşên xwe.

Heşda Şeibiyê b daxuyaniyekê ragihand ku ev operasiyon bi piştevaniya balefirên artêşê û hêza asimanî û di çarçoveya operasiyona bi navê El-Zeib El Xatifê da pêk hatiye.

Serepeyv