Firokeyeke cengî yê artêşa Tirkiyê sînorê Silêmaniyê bordûman dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i333437-firokeyeke_cengî_yê_artêşa_tirkiyê_sînorê_silêmaniyê_bordûman_dike
Firokeyeke cengî îro Geliyê Du Kaniyan li Çiyayê Asos li parêzgeha Silêmaniyê bordûman kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 22, 2022 12:04 Asia/Tehran
  • Firokeyeke cengî yê artêşa Tirkiyê sînorê Silêmaniyê bordûman dike

Firokeyeke cengî îro Geliyê Du Kaniyan li Çiyayê Asos li parêzgeha Silêmaniyê bordûman kir.

Îro Îniyê 22ê Nîsana 2022an firokeyeke cengî yê artêşa Tirkiyê sînorê qezaya Mawet li parêzgeha Silêmaniyê bordûman kir. Li gor agahiyan, Geliyê Du Kaniyan li nêzîk gundê Gellale hatiye bordûmankirin.

Qaymeqamê qeza Mawetê, Kameran Hesen derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand, “Îro Îniyê saet 10:10 firokeyeke cengî Geliyê Du Kaniyan ku 5 kîlometran ji gundê Gellale dûr e, hat bordûmankirin.”

Geliyê Du Kaniyan dûrtirîn xala sînorî ya gundê Gellale ye û beşek ji Çiyayê Asos e ku dikeve qeza Mawetê.