​​​​​​​Balafirên artêşa Tirkiyê devera Metînayê li Herêma Kurdistanê bombebaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i332902-balafirên_artêşa_tirkiyê_devera_metînayê_li_herêma_kurdistanê_bombebaran_kir
Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê rêzeçiyayên Metînayê yên li navçeya Dêrelok û Şêladizê yên Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 30, 2022 18:51 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Balafirên artêşa Tirkiyê devera Metînayê li Herêma Kurdistanê bombebaran kir

Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê rêzeçiyayên Metînayê yên li navçeya Dêrelok û Şêladizê yên Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin.

Êrişên Artêşa dagirker a Tirkiyê ên ji bo dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê dewam dikin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, saet di 13:20’an de balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê, 3 caran rêzeçiyayên Metînayê yên Dêrelok û Şêladiz yên Dihokê li bakurê Iraqê bombebaran kirin.

Balafirên artêşa Tirkiyê, deverên nêzîkî mal û avahiyên xelkê sivîl ên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin. Heya niha der barê ziyanên canî û malî de ti agahiyek nehatiye weşandin.

Duh jî Artêşa dagirker a Tirkiyê çiyayê Kurêjaro bi giranî bombebaran kiribû.

Hikûmeta Iraqê û welatên din ên cîhanê bi caran desdirêjî û êrişên artêşa Tirkiyê ser Iraqê şermezar kirine.

Serokomariya Iraqê vê dawiyê êrişên Tirkiyê li bakurê Iraqê şermezar kir û ragihand ku êrişên bi dû hev ên artêşa Tirkiyê li ser axa Iraqê binpêkirina giran a serweriya Bexdayê û binpêkirina eşkere ya qanûnên navdewletî ye û eva berovajî peywendiyên cînartiyê ye.