Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed Bin Raşîd li Dubeyê civiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i332828-mesrûr_barzanî_û_Şêx_mihemed_bin_raşîd_li_dubeyê_civiyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li bajarê Dubayê ya Îmarata Erebî bi cîgirê serokê dewleta Îmarat û serokwezîr û Mîrê Dubeyî civiya û guhertinên navçeyê gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2022 13:34 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed Bin Raşîd li Dubeyê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li bajarê Dubayê ya Îmarata Erebî bi cîgirê serokê dewleta Îmarat û serokwezîr û Mîrê Dubeyî civiya û guhertinên navçeyê gotûbêj kirin.

Îro 27.03.2022yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Dubeyê ya Îmaratê li gel cîgirê serokê dewleta Îmaratê û serokwezîr û Mîrê Dubeyê Şêx Mihemed Bin Raşid El Mektûm civiya.

Di civînê de ku welîehdê Dubeyî Şêx Hemdan Bin Mihemed Bin Raşid û cîgirê mîrê Dubeyê û cîgirê serokwezîr û wezarayî Şêx Mektûm Bin Mihemed Bin Raşid û hejmareke din a berpirsên payebilind ên Îmaratê jî amadebûn, gotûbêj derbarê guhertinên dawî yên Iraq û navçeyê û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê hate kirin û behsa giringiya tekûz kirina dostayetî û hemahangiya navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê ya di hemû waran de hate kirin.